Melek El Hisên: Êrişên dewleta Tirk ji bo dagirkirina Rojavayê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisênê got, “‘Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞê û dagirkirina xaka Rojavayê ne.”
23 Çiriya Pêşîn li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.
Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.
Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kahreba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê, firin û navendên tenduristiyê kir.
Li gorî amarên Rêveriya Xweser, di êrişên Tirkiyeyê 17 kesan canê xwe ji dest da û 65 kes birîndar bûn ku piraniya wan sivîl bûn.
Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisênê mijar ji ANHAyê re nirxand.
Melek El Hisên li ser armancên Tirkiyeyê wiha axivî:
“Armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, têkbirina ewlehiya li herêmê ye û dagirkirina xaka Rojavayê ye.”
Melekê diyar kir ku kantona Efrîn û Şehbayê di dorpêçeke giran de ye û dewleta Tirk jî êrişî malên sivîlan dike.
“Metirsiya zîndîkirina DAIŞê heye”
Melekê bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê bi bîr xist û got:
"Rêxistinên heyî, Rûs û hemû rexistinên naveneteweyî bê deng dimînin.
Divê ji ber sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hesab jê bê xwestin.
Eger pêşî li van êrişan neyê girtin, metirsiya zîndîkirina DAIŞê heye.”
Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê peyama “berxwedanê” da û anî zimên:
"Em dê li hemberî dagirkeriyê berxwedana xwe xurttir bikin da ku em karibin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."