Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê Ayten Yilmaz bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin.
Bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê tîmên Fermandariya Cendirmeyan “bi armanca eşkerekirina çalakiyên PKKyê operasyonek kiriye”.
Jineke bi navê Ayten Yilmazê bi îdiaya ku “endama PKKyê ye” hatiye desteserkirin.
Tîman ew piştî karûbarên yasayî bir dadgehê.
Dadgehê derbarê Ayten Yilmazê de bi heman hincetê biryara girtinê da.
Yilmaz sala 2015an namzeda parlamenteriyê ya HDPyê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse