Li Kampa Holê operasyoneke berfireh hat destpêkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya rojhilatê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh dest pê kir.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlehiya Navxwe, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Kampa Holê bi navê “Ewlehiya Domdar” operasyonek li dijî çekdar û şaneyên DAIŞê da destpêkirin.
Berpirsa Ragihandinê ya YPJyê Rûken Cemalê û Endamê Birêvebiriya Hêzên Ewlehiya Navxwe Qehreman Murad daxuyanî li ber Kampa Holê xwend.
Li gorî daxuyaniyê tevger û êrişên çekdarên DAIŞê li Kampa Holê û derdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne û li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlehiya Navxwe êrişan dikin.
“Em dê herêmê ji DAIŞê paqij bikin”
Di daxuyaniyê wiha hat gotin:
“Operasyona me bi armanca kontrolkirina Kampa Holê û derdora wê ye.
Ev operasyona me Kampa Holê û gundewaran dê ji terora DAIŞê paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne.
Operasyon li ser bingeha agahî û lixwemikurhatinên endamên DAIŞê ye ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin.
Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAIŞê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrişên nû dikin.”
“DAIŞ hîn jî metirsî ye”
Hêzên navborî her wiha bi bîr xist ku 26ê Îlonê dewriyeyeke Hêzên Ewlehiya Navxwe li ser rêya Hol-Şedadê rastî êrişeke hat û di encamê de 3 endamên asayîşê canê xwe ji dest dabûn û got:
“Ev êriş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAIŞê hîn jî li herêmê metirsî ye.
Destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.”
Kampa Holê
Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.
Piraniya kesên ku li kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevlî DAIŞê bûne.
Kampa Holê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.