Li Kampa Holê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

06-11-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Ewlehiya Domdar Hesekê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya rojhilatê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh dest pê kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlehiya Navxwe, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Kampa Holê bi navê “Ewlehiya Domdar” operasyonek li dijî çekdar û şaneyên DAIŞê da destpêkirin.

Berpirsa Ragihandinê ya YPJyê Rûken Cemalê û Endamê Birêvebiriya Hêzên Ewlehiya Navxwe Qehreman Murad daxuyanî li ber Kampa Holê xwend.

Li gorî daxuyaniyê tevger û êrişên çekdarên DAIŞê li Kampa Holê û derdora wê, bi taybetî jî li gundewarên başûr û bakurê bajêr zêde bûne û li dijî şêniyên kampê û Hêzên Ewlehiya Navxwe êrişan dikin.

“Em dê herêmê ji DAIŞê paqij bikin”

Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

“Operasyona me bi armanca kontrolkirina Kampa Holê û derdora wê ye.

Ev operasyona me Kampa Holê û gundewaran dê ji terora DAIŞê paqij bike û ewlehiya vê herêmê pêk bîne.

Operasyon li ser bingeha agahî û lixwemikurhatinên endamên DAIŞê ye ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin.

Ev agahî dest nîşan dikin ku şaneyên terorî yên DAIŞê careke din li herêmên çolistanê çalak bûne û planên êrişên nû dikin.”

“DAIŞ hîn jî metirsî ye”

Hêzên navborî her wiha bi bîr xist ku 26ê Îlonê dewriyeyeke Hêzên Ewlehiya Navxwe li ser rêya Hol-Şedadê rastî êrişeke hat û di encamê de 3 endamên asayîşê canê xwe ji dest dabûn û got:

“Ev êriş careke din bi bîra mirov dixe ku terora DAIŞê hîn jî li herêmê metirsî ye.

Destnîşan dike ku teqez divê em operasyoneke giştî û berfireh li dijî van şaneyên terorê pêk bînin û wan têk bibin.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevlî DAIŞê bûne.

Kampa Holê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir