Rojavayê Kurdistanê - Li gelek gundên Dêrikê 7 roj in elektrîk hatiye birîn

06-11-2023
Hisên Omer
Têlên elektrîkê hatine birîn
Têlên elektrîkê hatine birîn
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Birîna Elektrîkê Aliyan Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aliyanê ya herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, elektirîk li ser çend gundan bi temamî hatiye qutkirin.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re ragihandin, “Bi biryara berpirsên rêveberiya Rimêlanê 7 roj in elektrîk bi temamî li ser wan gundan hatiye birîn.

Herwiha kabloyên elektîrkê jî ji trafoyan hatine vekirin.”

Heman çavkaniyê diyar kir ku birîna elektirîkê ziyaneke mezin gihandiye nişteciyên wan gundan, bi taybetî jî zarok, kesên bi temen û yên nexweş.

Navçeya Aliyanê dikeve navbera Çemê Girê Dêra û Çemê Cerihê yên Rojavayê Kurdistanê.

Li navçeyê nêzikî 50 gund hene û elektrîka çend gundên navçeyê bi tamamî hatiye birîn.

Cedan Elî ku bi xwe xelkê gundê Kêşikê yê navçeya Aliyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ev biryar wekî sizadanek e ji bo xelkê navçeyê.

“Birîna elektrîkê sizakirina xelkê navçeyê ye”

Cedan Elî wiha pê de çû

"Piştî Tirkiyeyê di êrişan de hinek der xera kirin û wêran kirin, elektrîk çend roj qut bû.  

Piştre Rêveberiyê çû çak kir û roje 6-7 saetan elektrîk dida xelkê.

Beriya êrişan elektrîka me 24 saet hebû. Xelk rabû çû gazin kir got `elektrîka me 24 saet hebû çima we wisa kir?`

Gazinên xwe gihandibûn midûriyeta giştî ya Qamişloyê jî.  Li hemebrî vê jî wekî ku hûn çawa tên gazinan dikin, li ser xelkê her tûjtir û sortir bûn.

Siza bi ser wan de anîn. Çûn elektrîkê yekser qutkirin."

“Rêveberî li şûna xizmeta xelkê bike rikaberiyê bi wan re dike”

Herwiha Elî got ku Rêveberî li şûna xizmeta xelkê bike rikaberiyê bi wan re dike û wiha domand:

“Devera herêma Aliyan çend gund in, elektrîkê yek deqîqe nedane wan û kabloyên transan jî birîne.

Xelk gazinê ji Rêveberiyê dike. Tu rêveberî yî, tu hatî rikberiyê bi xelkê re bikî an tu hatî xizmeta xelkê herêma xwe bikî?

Bi rastî tiştekî ecêb e. Min neditiye desthilatek were siza bi ser xelkê xwe de bîne.”

Piştî êrişên Tirkiyeyê yên li ser santralên elektirîk û xazê, bi taybet santrala Siwêdiyê, têkdana sanralan bûbû sedema birîna elektirîkê li ser tevahiya herêmê.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn, tekez dikin ku santral hatine çakkirin û şiyana elektirîkê vegeriyaye wekî berê.

Heman çavkaniyan gotin ku “birîna elektîkê li ser van gundan wekî siza bi ser nişteciyan de hatiye sepandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst