Mesrûr Barzanî: Rewşa navçeyê aloz e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîma derçûna xwendekarên zanîngeha Dihokê de ragihand ku şer li navçeyê heye û ew dixwazin şer bê rawestandin.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 28emîn merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Dihokê bi rê ve çû.

Li Zanîngeha Dihokê 4 hezar û  507 xwendekaran ji 18 kolejan û 69 beşan xwendina xwe temam kir. 

Di merasîmê de, Serokê Zanîngeha Dihokê jî, gotarek pêşkêş kir got ku di demên borî de, wê zanîngeha gelek serkeftin bi dest anîne û got:

“Zanîngeha Dihokê berdewam di berfirehbûnê de ye û projeyên me ên nû hene.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de, pîrozbahî li derçûyên zanîngehê kir. 

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Zanîngeha Dihokê di şert û mercên dijwar de hatiye damezrandin û got:

Zanîngeha Dihokê  bi xweragirî û keda mamostayên wê roj bi roj zêdetir ber bi pêş ve diçe. Îro zanîngeha Dihokê yek ji zanîngehên here baş û giring ên Kurdistanê ye û derçûyên niha li gelek cihan berpirs in û  xizmetê dikin.”

“Şer li navçeyê heye”

Mesrûr Barzanî bal kişande ser rewşa navçeyê û got: “Li Rojhilata Navîn alozî û şer berdewam in û tirsa berfirehkirina wan aloziyan jî heye. Em weî Kurd dizanin encama şer çend wêranker e.

Ji ber vê yekê em dixwazin ku dawî li aloziyan bê û kuştina welatiyên sivîl bê rawestandin û alozî bi rengekî aştiyane bên çareserkirin.”

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

Mesrûr Barzanî da zanîn ku wan hemû hewl dane ku bi hikûmeta Bexdayê re rêk bikevin.

Bi gotina Mesrûr Barzanî, hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bicih anîne û pêwendiyeke berdewam bil Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re heye.

Di heman demê de Mesrûr Barzanî da zanîn ku şandên Herêma Kurdistanê berdewam serdana Bexdayê dikin û dîwana çavdêriyê zanyariyên pêwîst dane Bexdayê lê mijara mûçeyê hîn jî nehatiye çareserkirin. 

Mesrûr Barzanî diyar kir ew li bendê ne ku hikûmeta Îraqê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku dê berdewam bin li ser hewldanên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan. 

“Em dê deriyên nû vekin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got:

Em dizanin rewşa jiyana welatiyan zehmet e û mûçeyên wan hatine paşxistiin. Mebesta wan givaşên aborî û siyasî ew e ku Herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe berdin.

Me daxwaza wekhevî û pêkvejiyanê li deverê kiriye, me tenê daxwaza mafên xwe yên destûrî kiriye.”

Mesrûr Barzanî tekez kir ku çiqas astengî ji bo Herêma Kurdistanê bêne çêkirin, ew dê deriyên nû vekin. 

Herî dawî jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Hêviya me bi paşeroja gelê me bihêz e, em dê bi hev re ji vê qonaxê jî derbas bibin û em dê Kurdistanê bihêztir û pêşkeftîtir bikin.”

Zanîngeha Dihokê

Zanîngeha Dihokê 31ê Çiriya Paşîn 1992an hat damezrandin. Zanîngeh ji 20 kolêj û 69 beşên cuda yên zanistî pêk tê.

Heta niha 54 hezar û 445 xwendekar ji zanîngehê derçûne.

Di sala xwendinê ya 2022-2023yan de jî 4 hezar û 507 xwendekar ji 18 kolejan û 69 beşên cuda derçûn.