Li Wanê 4 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qaçaxçîtiya Koçberan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya borî 12 kes bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hatibûn desteserkirin û ji wan 4 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di çarçoveya xebatên wan ên girtina koçber û qaçaxçiyên koçberan de operasyonên wan berdewam in.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê diyar kir ku ji 30 Çiriya Pêşîn heta 5ê vê mehê li Wanê di oparasyonên cuda yên hêzên wan de 12 kes bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hatine desteserkirin.

Ji kesên ku hatin desteserkirin bi biryara dadgehê 4 kes hatin girtin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê di şeş mehên destpêkê de 46 hezar 633 koçber hatine dersînorkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst