HAT NÛKIRIN - Li Sêrtê qeza: Dayik û 5 zarokên xwe di otomobîlê de şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê agir bi otomobîlekê ket û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gundê Xisxisê yê navçeya Misirca Sêrtê doh otomobîleke ku bi LPGê kar dikir ji rê derket û qulibî.

Piştre jî agir bi otomobîlê ket û ew otomobîl teqiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tenduristî û cendirme çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 6 kesên ku zarok jî di nav wan de bûn canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê şofêr bir nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku derbarê qezeyê de lêkolîn didome.

Nasnameya kesên ku canê xwe ji dest da eşkere bû

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci ji cihê bûyerê ragihand ku kesên ku di otomobîlê de bûn ji navçeya Hezoyê ya Êlihê ne.

Şofêrê otomobîlê Mehmet Yaşar (42) bi awayekî birîndar ji otomobîlê rizgar bûye.

Herwiha hevjîna wî Aynûr Yaşar (35) û 5 zarokên wî yên temenê wan di navbera 5 û 5 salî de di otomobîle şewitîn.

Bav Mehmet Yaşarê ku bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Herêmî ya Êlihê tê dermankirin.

Cenazeyên dayik û zarokan ji bo otopsiyê rakirin Morga Tiba Edlî ya Sêrtê.

Nasnameya kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest daye wiha wiha ne: Dayik Aynûr Yaşar (35), zarokên wê Berîtan (15), Viyan (14), Bahoz (12), Cûdî (6) û Rodî (4).

Ji malbatê tenê bav û keçeke wî rizgar bûn

Ji malbata ku ji 8 kesan pê dihat bav û keça wî ya bi navê Nûarîn (11) ku roja bûyerê li gund li ba dapîra xwe dima filitîn.

Cenazeyên dayik û 5 zarokên wê anîn gundê Zengoviyê yê navçeya Hezoyê ya Êlihê û vê sibehê hatin veşartin.