Li Ranyeyê êrişa dronî: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Dronekê gundê Boskêniyê yê navçeya Ranyeyê ya Silêmaniyê bombebaran kir, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Raperînê Hîwa Qerenî ji Rûdawê re ragihand, “Gundê Boskêniyê bi dronekê hat bombebarankirin.”

Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya Raperînê Taha Mihemed jî got, “Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûne û ew gihandin nexweşxaneyê.”

Di vîdeoyeke ku welatiyê bi navê Mihemed Ebdullah ji Rûdawê re şand de tê dîtin ku birîndar li ser cadeyê dirêjkirî ne.