Baroyên Bakurê Kurdistanê: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê ye

06-11-2022
RÛDAW
Nîşan Baroyên Bakurê Kurdistanê Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di daxuyaniya hevpar a piştî civîna 15 baroyên Bakurê Kurdistanê de hate gotin ku pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê hê jî pirsgirêka herî girîng û bi êş e.

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê di 4 û 5ê Mijdarê de bi mazûvaniya Baroya Agiriyê "Civîna Serokên Baroyên Herêmê" li dar xistin.

Piştî civînê danezana dawî ya ku ji 8 madeyan pêk tê hat weşandin.

Di danezanê de bal kişandin ser Pirsgirêka Kurd, teqîna kanzayê ya li Amasrayê, xwepêşandanên Jîna Emînî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, qanûna medya civakî û girtina seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirik Şenem Korur Fidanci.

 “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bi êş a Tirkiyê ye”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê astenga herî mezin e û wiha hate gotin:

“Pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka herî girîng û bi êş a Tirkiyeyê di rojevê de berdewam dike.

Ne çareserkirina pirsgirêka Kurd yek ji astengên herî girîng ên li pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Bi awayekî bi êş hatiye tecrûbekirin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şîdet û ewlekariyê nayê çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkê li ser esasê hemwelatiya wekhev pêk were, em girîng dibînin ku lihevkirineke berfireh a ku hemû beşên civakê di nav xwe de bigire dest.”

“Qanûna medya civakî nîgeran dike”

Li aliyê din di daxuyaniyê de ji bo qanûna ku di nav gel de wekî "qanûna sansurê" jî tê zanîn hat ragihandin “

Gefên ciddî yên destwerdana li azadiya çapemenî û ramanê ku bi qanûna medyaya civakî dîsa derketiye pêş, civakê nîgeran dike. Bi taybetî li welatê me ku di derbarê serxwebûn û bêalîbûna dadweriyê de pirsgirêkên cidî hene, guman heye ku ev qanûn ji bo tepeserkirina ramanên dijber were bikaranîn. Di vî warî de divê astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û derbirînê bên rakirin û hemwelatî karibin xwe îfade bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst