12 parlamenter ji Parlamentoya Kurdistanê vekişiyan

06-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksyona Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel) Ebdulsitar Mecîd îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew tevî 11 parlamenterên din ji Parlamentoya Kurdistanê vekişiyane û got, Em civînên Parlamentoya Kurdistanê boykot dikin û em vedikişin.

Bi gotina Ebdulsitar Mecîd, ew 12 parlamenterên ku civênên parlamentoyê boykot dikin, 11 kesên wan ser bi her du fraksyonên Komela Dadgerî û Tevgera Goranê ne, ku 7 ji wan ên Komelê û 4 jî ji Goranê ne û yek ji wan jî parlamenterekî serbixwe ye.

Parlamenterên Fraksyona Goranê ku îro biryara xwe ya vekişîna ji parlamentoyê aşkere kirine, ji Elî Heme Salih, Şîrîn Emîn, Daban Mihemed û Aşnya Ebdullah pêk tên.

Parlamenterê serbixwe yê Parlamentoya Kurdistanê jî ku tevlî biryara vekişîna ji parlamentoyê bûye Diyarî Enwer e.

Pêştir parlamenterekî Goranê bi navê Şayan Eskerî bi awayekî serbixwe û cuda ji fraksyona Goranê civînên parlamentoyê boykot kiribû.

Herwiha parlamenterên Fraksyona Komelê ji Omer Golpî, Ebdulsitar Mecîd, Muslim Ebdulla yê Qesrê, Mela Hewraman û Mela Osman Kanî Kurdeyî, Rûpak Ehmed û Bedriye Îsmaîl pêk tên.

Biryara vekişîna ji parlamentoyê û boykotkirina civînên wê, ji ber nerazîbûna ji biryara dirêjkirina temenê vê xûla Parlamentoya Kurdistanê ye.

Roja 9ê Cotmeha 2022an bi dengê 80 parlemanterên Parlamentoya Kurdistanê, temenê vê xûla parlamentoyê heta dawiya sala 2023 hat dirêjkirin.

Dirêjkirina temenê xûla pêncem a Parlamentoya Kurdistanê bû sedema nerazîbûna partiyên opozisyonê û her piştî pesendkirina biryara dirêjkirinê, Nifşê Nû bertek nîşan da û dirêjkirina temenê parlamentoyê wek karekî ne yasayî bi nav kir. Fraksyona Nifşê Nû herwiha ragihand, ew ji 6ê Mijdara 2022an ve tevlî civînên parlamentoyê nabin.

Piştre Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî biryara boykotkirinê û vekişîna ji Parlamentoya Kurdistanê da. Encûmena Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê roja 12ê Cotmeha 2022an ji bo diyarkirina helwesta xwe li ser dirêjkirina temenê vê xûla Parlamentoya Kurdistanê civîneke awarte saz kir û têde biryar hat dan ku parlamenterên wan ji roja 6ê Mijdara 2022an ve ji parlamentoyê vekişin.

Komela Dadgerî ya Kurdistanê jî duh Şembiyê 6ê Mijdara 2022an ji bo nirxandina rewşê û diyarkirina helwesta xwe li ser dirêjkirina temenê parlamentoyê civiyabû û Serokê Fraksyona Komelê Ebdulsitar Mecîd îro di preskonferansekê de biryara partiya xwe aşkere kir.

Ev heştemîn car e di dîroka Parlamentoya Kurdistanê de temenê parlamentoyê tê dirêjkirin. Çar caran di xula yekem de ji ber şerê navxwe hatiye dirêjkirin. Carekê di xula duyem, carekê di xula sêyem, carekê di xula çarem û vê carê jî di xula pêcem de.

Li ser daxwaza PDK û YNKê û piştgiriya parlamenterên pêkhateyên din temenê vê xûla parlamentoyê hatiye dirêjkirin.

Biryar bû di 1-10-2022 de hilbijartina xûla şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bê kirin, lê ji ber nakokiyên aliyan li ser guhertina yasaya hilbijartinan, komisyona hilbijartinan û hejmara kursiyên pêkhateyan negihiştin rêkeftinekê û hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de nehat kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst