Endamên Komîteya Navendî ya PDKê hatin hilbijartin
Hewlêr (Rûdaw) - Encamên dawî yên hilbijartinên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eşkere bûn. Li gorî encaman Sîdad Barzanî bi 823 dengan herî zêde deng bi dest xist.
Piştî 12 salan ji ne lidarxistina kongreyê, roja Pêncşemê 3.11.2022, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 14emîn kongreya xwe li bajarê Dihokê bi beşdariya zêdetirî 1000 endaman lidar xist.
Di çaremîn roja kongreyê de, piştî zêdetirî 12 demjimêran, hejmartina dengên hilbijartina endamên komîteya navendî ya Partiya Demokratan Kurdistanê (PDK) bidawî hat.
Navên endamên ku ji bo Komîteya Navendî ya PDKê hatine hilbijartin û heta niha çend deng wergirtine wiha ne:
1. Sîdad Barzanî 823
2. Rêber Ehmed 702
3. Umêd Xoşnaw 683
4. Îsmaîl Haçik 627
5. Elî Ewnî 588
6. Eşwaq Caf 583
7. Serbest Lezgîn 577
8. Aras Heso Mîrxan 555
9. Elî Husên 552
10. Amîne Zikrî 519
11. Dilşad Şehab 518
12. Segvan Halo 514
13- Sîrwan Barzanî 514 deng
14. Muhsin Kemal 514
15. Elî Teter 490
16. Necat Elî 481
17. Zagros Fetah 479
18. Nûrî Usman Şingalî 478
19. Behram Erîf Yasîn 472
20. Umêd Sebah 462
21. Piştîwan Sadiq 462
22. Hîwa Ehmed 454
23. Cefer Êminkî 452
24. Şaxewan Ebdulla 450
25. Hêmin Hewramî 438
26. Hîwa Geylanî 424
27. Guhdar Şêxo 422
28. Çinar Seid Ebdulla 421
29. Ebdulxaliq Babîrî 415
30. Serbest Tirwanşî 407
31. Bilind îsmaîl 396
32. Mihemmed Elî 391
33. Evîn Hirûrî 390
34. Salar Usman 374
35. Newzad Hadî 372
36. Ehmed Kanî 350
37. Sanaw Fereydûn Ciwanroyî 345
38. Arî Nanekelî 338
39. Lîza Felekedîn Kakeyî 329 (Bi kotaya jinan derket)
40. Viyan Silêman 300 (Bi kotaya jinan derket)
41. Vala Ferîd 253 (Bi kotaya jinan derket)
Yêdek jî wiha ne:
1. Sasan Ewnî 332 (Ji ber kotaya jinan bû yêdeg)
2. Diyarî Husên 331 deng
3. Mihemmed Xurşîd 329 deng (Ji ber kotaya jinan bû yêdeg)
4. Berevan Hemdî 322 deng
5. Çiya Herkî 319 deng
6. Sebah Beytulllla 314 deng
7. Qadir Qaçex 310 deng
8. Nazim Herkî 305 deng
9. Ciwan Rojbeyanî 202 deng
Ev 10 kesên li ser daxwaza Serok Barzanî bi awayekî rasterast û eşkere deng li ser hatin dan û bo komîteya navendî ya PDKê hatine hilbijartin
- Fazil Mîranî
- Hoşyar Zêbarî
- Fuad Husên
- Azad Berwarî
- Mehmûd Mihemed
- Ebdulmuheymen Barzanî
- Rêbwar Yellda
- Arif Teyfûr
- Kemal Kerkûkî
- Zeîm Elî
Guhertinên kongreya PDKê
Cara yekem du cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin destnîşankirin; Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê yekem û Mesrûr Barzanî jî wek cîgirê duyem hatin hilbijartin. Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di vê kongreyê de encûmena serkirdayetiyê veguherand komîteyeke navendî.
Di vê kongreyê de desteyek din bi navê Civata Têkoşeran li ser navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat zêdekirin; Encûmen ji "serkirde û çalakvanên partiyê yên binavûdeng pêk tê, ku temenmezin in û nikanin erkên xwe bi rêk û pêk di organên din de bi rê ve bibin", lewra ew di nav encumenê de kar dikin û bi wan re şêwirîn.
Guherîneka din a 14min kongreya PDKê ji navbirina posta sekreteriya polîtburoya siyasî ye û damezrandina desteya rêvebirîyê ye û li şûna sekreterê polîtburoya siyasî, dê kesek berpirsê desteya rêvebirîya polîtburoya siyasî be.
Kêmkirina hejmara rêveberên şax û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) guhertineke din bû ku di kongreyê de deng li ser hat dayîn, bi awayekî ku hejmara rêveberên liqê daket 6 rêveberan û rêveberên navçeyan jî bû 4 rêveber.