Îro xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê bidawî dibe

06-11-2022
RÛDAW
Îro xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê bidawî dibe
Îro xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê bidawî dibe
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xula pêncem a parlamentoya Kurdistanê îro Yekşemî 6ê Mijdarê bi dawî dibe lê belê bi dengê 80 parlementeran maweya xulê bi qasî salekê hat dirêjkirin û heta niha hejmarek parlamenterên opozisyonê û yên serbixwe biryara vekişandin yan jî mayîna di parlamentoyê de nedane.

Roja 9ê meha derbasbûyî bi dengê 80 parlemanterên Parlamentoya Kurdistanê, temenê vê xula parlamentoyê heta dawiya 2023ê hat dirêjkirin.

Heta niha ji ber nerazîbûnên li dijî dirêjkirina temenê vê xula parlemanê, Frakisyona Yekgirtûya Îslamî û parlemanterekî Goran destjikarkişandina xwe pêşkêşî Serokatiya Parlemanê kirine, frakisyona Nifşê Nû jî biryar daye êdî ji vir û şûn de beşdarî rûniştinên parlamentoyê nebe.

Di hilbijartinên 2018ê de, Yekgirtû û Bizûtnewey Îslamî, hevpeymaniyek bi navê Bereya Îslamî avakirin. Lê ti berbijêrekî Bizûtnewey Îslamî bi serneket, niha li gorî yasayê, berbijêrên Bizûtneweya Îslamî dikarin cihê parlemanterên Yekgirtû yên ku destjikarkişandine dagrin, lê heta niha serkirdayetiya Bizûtnewe biryara dawî nedaye.

Ev heştemîn car e di dîroka Parlamentoya Kurdistanê de temenê parlamentoyê tê dirêjkirin. Çar caran di xula yekem de ji ber şerê navxwe hatiye dirêjkirin. Carekê di xula duyem, carekê di xula sêyem, carekê di xula çarem û vê carê jî di xula pêcem de.

Dirêjkirina vê xula parlamentoyê di encama pesendkirina pêşniyaz yasaya berdewamkirina xula pêncema Parlamentoya Kurdistanê de bû, ku ji aliyê fraksiyonên YNK, PDK û Goran ve di civînên parlemanê de navê Bilez lê kiribûn.

Biryar bû 1-10-2022ê hilbijartina xula şeşem ya Parlamentoya Kurdistanê bê kirin, lê ji ber nakokiyên aliyan li ser guhertina yasaya hilbijartinê, komisyon û hêjmara kursiyên pêkhateyan negihiştin rêkeftinekê û hilbijartin di dema xwe ya hatî diyarkirin de nehatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst