Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Karsaz Mehmet Dogan Yetim, wek serokê nû yê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê hat hilbijartin.

Piştî ku 30ê Cotmeha 2022ê, bi dengdana nêzîkî 15 hezar endamên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê (ŞUTSO), 77 endamên meclîsê û komîsyonên meclîsê hatin hilbijartin, îro 6ê Mijdarê 77 endamên meclîsê ji hilbijartina serokê nû deng dan.

Di hilbijartinên ku serokê berê Îbrahim Halil Peltek û Mehmet Dogan Yetim berbijêr bûn, lijneya dîsîplînê û nûnerên Yekitiya Borse û Odeyên Tirkiyê (TOBB) jî hatin hilbijartin.

Di encama hilbijartinê de Mehmet Dogan Yetim 39 deng wergirtin û bû serokê nû yê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê. Serokê berê Îbrahim Halil Peltek jî 37 deng wergirtin.

Mehmet Dogan Yetim piştî hilbijartinê got: “Bila encamên hilbijartinê ji bajar û odeya me re bi xêr be. Em ê xizmeta 15 hezar endamên xwe bikin. Em ê bi 77 endamên xwe re ji bo pêşxistina pîşesazî, geştyarî û çandiniya bajarê xwe wek bira bênavber bixebitin.”

Herwiha karsaz Serhat Karadag û Serhat Gerger jî ji bo serokatiya Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê berbijêr bûn. Di hilbijartinên Serokatiya Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Rihayê de Serhat Karadag bi 41 dengan bû serok û Serhat Gerger jî 35 deng wergirtin.