Turkan Elçi bo Wezîrê Dadê: Gelo nêta şanda dadgehê heye dîsan me ji salona dozê bavêje?

06-11-2022
RÛDAW
Nîşan Turkan Elçi Tahir Elçi Bekir Bozdag Doza Tahir Elçi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Turkan Elçi li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyê serdana Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag bo HDPê parve kir û derbarê doza Tahir Elçi de ji Bozdag dipirse: “Rûniştina doza hevjînê min di 23ê Mijdarê de ye ma hûn jê agahdar in?”

Hefteya borî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ligel çend kesan bo guhertina destûra bingehîn derbarê hicabê de serdana partiyên opozîsyonê kiribûn ku yek ji wan partiyan jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû.

Turkan Elçi ku hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi ye, roja Şemiyê 5ê Mijdara 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên serdana Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag bo HDPê parve kiriye û derbarê doza Tahir Elçî de çend pirs kirine.

Turkan Elçi dibêje: “Madem min Bekir Bozdag di vî wêneyî de dîtiye ez tiştekî bibîr bixim. 1- Rûniştina doza hevjînê min di 23ê Mijdarê de ye, ma hun jê agahdar in? 2- Dosya ber bi bêcezabûnê ve diçe, hun vê yekê pêşbînî dikin? Têbînî: Nêta şanda dadgehê heye dîsan me ji salona dozê bavêje? Bê zahmet hun dikarin vê yekê bizanibin.”

Biryar e, 23ê Mijdara 2022ê rûniştina Doza Tahir Elçi li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Li ser daxwaza Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, dadgehê biryar dabû ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku bûyera kuştina Tahir Elçî wek "kuştina siyasî" bi nav kiribû, li dadgehê wek şahid amade be û dadgeh guhdariya gotinên wî bike. Lê piştre bi biryareke bilez ev yek hatibû hilweşandin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, ketibû ber êrişeke bi çekê, gule li serê wî ketibû û canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst