Li Avaşîn-Basyanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

06-11-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê di operasyona “Pence-Brûsk” de 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di operasyona "Pence-Brûsk" de ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên li sînorê navçeya Amediyê ya Dihokê pêk hat, 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku leşkerên bi navê Halîl Yildiz û Firat Er di encama teqîna teqemeniya destçêkirî de jiyana xwe ji dest dane.

Operasyonên Tikiyê li Herêma Kurdistanê

Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihandibû ku di 28ê Gulana 2019an de li herêma Xakûrkê ya navçeya Soran a ser bi Hewlêra paytext ku di nav axa Herêma Kurdistanê de ye, operasyona Pençeyê dane destpêkirin.

Salek şûnde di 17ê Hezîrana 2020an de ragihandibû ku li Heftanîn a ser sînorê navçeya Zaho ya Duhokê di bin navê “Pence Piling” de li dijî PKKê operasyoneke bejahî dabû destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de artêşa Tirkiyê bi kîlometreyan ji sînor derbas bûn û xalên leşkerî ava kirin.

Piştre jî di 23ê Nîsana 2021an de li Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên di nav sînorên navçeya Amediyê ya Dihokê de, opersayonên bejahî ên bi navê “Pence-Brûsk” û “Pence-Birq” hatibûn destpêkirin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê qezaya Amêdiyê ve li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst