Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum hat girtin

06-11-2021
Şadiye Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû, hat girtin.

Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum duh 5ê Mijdara 2021ê hatibû desteserkirin îro 6ê Mijdara 2021ê dadgehê biryara girtina wî da.

Parêzerê Hifzullah Kutum, Mehmet Emîn Akar ji Rûdawê re diyar kir ku bi hinceta “propagandaya rêxistina terorî” derbarê muwekîlê wî de biryara girtinê hat dayin.

Parêzer Mehmet Emîn Akar herwiha diyar kir ku ew dê îtiraza biryarê bikin.

Hifzullah Kutum doh 5ê Mijdara 2021ê berî ku bê desteserkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryara Rêveberiya Zanîngeha Firatê de ku ew ji kar dûrxistiye peyamek belav kir û got: “Ne ji ber sedemên hiqûqî, lê bi sedemên sîyasî ez ji kar hatim dûrxistin.”

Kutum berî ku bê desteserkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryara Rêveberiya Zanîngeha Firatê de ku ew ji kar dûrxistiye peyamek belav kir û gotibû: “Ne ji ber sedemên hiqûqî, lê bi sedemên sîyasî ez ji kar hatim dûrxistin.

Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021ê li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.

Ji ber vê peyama wî zanîngehê derbarê Kutum de lêpirsîn da destpêkirin û ji kar hat dûrxistin û hat desteserkirin. Kutum berî desteserkirina xwe ji Rûdawê re gotibû, “Gotina `Bijî Kurdistan` ne tawan e û dûrxistina min ji zanîngehê ji ber ala û navê Kurdistanê, bo min cihê şanaziyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst