Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê Kurd

06-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Nahit Eren piştgirî da akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum ku ji ber peyama “Bijî Kurdistan” parve kiribû û ji kar hatibû dûrxistin.

Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum doh 5ê Mijdara 2021ê berî ku bê desteserkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê biryara Rêveberiya Zanîngeha Firatê de ku ew ji kar dûrxistiye peyamek belav kir û got: “Ne ji ber sedemên hiqûqî, lê bi sedemên sîyasî ez ji kar hatim dûrxistin.”

Serokê Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama Kutum parve kiriye û nivîsiye: “Mixabin têgihiştina birêvebirina zanîngehan ku bo mafê azadiya ramanê wek hêlîna zanist û rewşenbîrî tên dîtin ev e. Ev bo demokrasî û azadiyê belgeyeke cihê şermezariyê ye.”

Li gor agahiyan Kutum heta niha jî li Rêveberiya Emnî ya Xarpetê tê girtin û hê îfadeya wî nehatiye wergirtin.

Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021ê li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.

Ji ber vê peyama wî zanîngehê derbarê Kutum de lêpirsîn da destpêkirin û ji kar hat dûrxistin û hat desteserkirin. Kutum berî desteserkirina xwe ji Rûdawê re gotibû, “Gotina `Bijî Kurdistan` ne tawan e û dûrxistina min ji zanîngehê ji ber ala û navê Kurdistanê, bo min cihê şanaziyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst