Mesrûr Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Îsmaîl Beşîkçî kir û ji ber helwest û xebata wî ya jibo doza Kurd û Kurdistanê, spasiya mamoste Beşîkçî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 06/11/2021 pêşwazî li dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de Mesrûr Barzanî xebat û têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî ya ji bo gelê Kurdistan û doza rewa ya Kurdan bilind nirxand û bi pêzanîn amaje bi helwest, nivîs û berhemên mamoste Beşîkçî kir ku “bi rêya lêkolînan û bi şêwazekî zanistî û akademîk, berevanî li gelê Kurd û gelên stemlêkirî kiriye.”

Dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî jî di civînê de spasiyên xwe pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin û tekezî li ser girîngiya karkirina li ser aliyên perwerde û girîngîdana bi pirsên niştimanî û çareserkirina pirsa Kurd bi şêweyekî aştiyane û dadperwerane kir.