Li Şirnexê du malbat li hev hatin

06-11-2021
Şadiye Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexê du malbatên ku di navbera wan de alozî hebûn bi navbeynkariya çendîn sazî û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê li hev hatin.

Li gundê Pîrosa yê girêdayî navçeya Elkê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê berî 3 salan di navbera du malbatên ku mirovên hev bûn de şer derketibû. Piştî şer aloziya di navbera endamên herdu  malbatan de berdewam bû.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo lihevanîna wan herdu malbatan dest bi xebatan kirin.

Di encama xebatên wan partî û saziyên Bakurê Kurdistanê de îro 6ê Mijdara 2021an endamên malbata Yigit bi merasîmekê lihevhatin. Di merasîmê de parlamenterên HDPê yên Şirnexê, Hevserokê Kongereya KCD Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Saliya Aydeniz, Encûmena Dayikên Aşitiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA)  beşdar bûn.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş di merasîmê de axivî û amaje bi yekitiya navxweyî da û got: “Nebûna yekitiya di navbera me de, ji azadî, aşitî û aramiya me re bûye asteng. Ji ber vê yekê dijminên me pirsgirêkên me kûrtir kirine û birînên ji nû vekirine. Lê îro partiyeke me heye. Me xwe rêkxist û em bûn yek. Em dê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û aşitî û dadê pêkbînin.”

Hevseroka DBPê Saliha aydeniz jî amaje bi wê yekê da ku hinek alî dixwazin di navbera Kurdan şer û alozî hebin û got: “Em bi hêvî ne ku ev aşitî bo hemû Kurdan bibe mînak.”

Piştî merasîmê aloziya di navbera herdu malbatan de bi dawî hat û merasîm bi xwarina aşitiyê bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst