Hişyar Ozalp: PKK bila dev ji êrişên xwe yên dijminane berde

06-11-2020
RÛDAW
Nîşan Hişyar Ozalp PKK Pêşmerge Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Bakur, Hişyar Ozalp derbarê êrîşa pêr a PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li Çemankê de daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye, Ev demeke dirêj e PKK gefên tûndûtûjiyê li Başûrê Kurdistanê dike û di van çend rojan de jî gihande asta kiryarê.

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, li sînorê bajarokê Çemankê di êrişa PKKê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-Bakur, Hişyar Ozalp derbarê bûyerê de daxcuyaniyeke nivîskî belav kir.

Ozalp êrişa PKKê ya li Çemankê şermezar dike û dibêje, “PKK bi van êrişan careke din piştrast kir ku ne hêzeke Kurdistanê ye. Êrîşkirina ser axa fermî û azad tenê di berjewendiya dijmin de ye.”

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Ev demeke dirêj e PKK gefên tûndûtûjiyê li Başûrê Kurdistanê dike û di van çend rojan de jî gihande asta kiryarê. Di van êrişan de ji bilî birîndaran, Peşmerge Hêriş Cewher jî şehîd bû. Êrîşên wan li dijî bingeha berhemînana petrolê ku girîngtirîn çavkaniya dahata Herêma Kurdistanê ye berdewam kirin.

 PKK bi van êrişan careke din piştrast kir ku ne hêzeke Kurdistanê ye. Êrîşkirina ser axa fermî û azad tenê di berjewendiya dijmin de ye. Desthilata ku biryara bicîhbûn û tevgera hêzên fermî yê Kurdistanê bide, ne PKK ye. Êrişa wan bi vê bahaneyê jî wan mafdar dernaxe û piştevaniyê nabîne.

PKK li Bakurê Kurdistan û li Tirkiyê dawî li xebata xwe aniye. Li beramberî vê jî Hêzên Dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê kirine meydana şer. Dewleta dagirkera Tirk bi bahaneya hebûna PKK êrişî Başurê Kurdistanê dike û hebûna xwe ya li Başûr xurttir dike. Partiyeke ku ji bilî demokratkirina dewleta Tirk tu armancên wê yên din nebin, bi çekên xwe li çiyayê Rewandiz û Amediyê bi çi mebestê dimîne? Hîna bersiva vê nehatiye dayîn.

 Li ser vî esasî pêwîste PKK hebûna xwe ya li Başûr bi dawî bîne. Li ser bingehê armancên xwe yên politik tevbigere. Divê bigihîje wê rastiyê kû cihê xebat û hebûna wê ne Başûrê Kurdistan e.

Patiya me PDK-BAKUR bi bîr tîne kû; bi şehîdkirina hêzen KRG’ê û êrişên berhemên aborî, PKK nikare hêzê veguhêzîne. Em banh li wan dikin dev ji êrişên li ser xelkê Kurdistanê û destkeftê wan berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst