Li Amedê 26 mamosta hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehkariyê yên Tirkiyê 26 mamoste bi tometa endambûna PKKê desteser kirin.

Li ser raspardeya Serdozgerê Giştî yê Komarî ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCDê de, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê îro li bajarê Amedê bi ser hejmarek cihan de girtin.

Di encama wê biserdegirtinê de, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 26 mamoste desteser kirine.

Li gor agahiyan, piraniya wan mamosteyên ku îro li Amedê hatine desteserkirin, endamên Sendîkaya Rencerên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) ne û bi wê yekê hatine tometbarkirin, ku endamê PKKê ne.

Mamostayên desteserkirî piştî wergirtina îfadeya wan, ji bo Rêveberiya Asayişa Amedê hatine şandin.