ŞINGAL - Piştî 16ê Cotmehê di perwerdeya Kurdî de pirsgirêk derketine
Şingal (Rûdaw) – Piştî bûyerên 16ê Cotmehê hejmareke dibistanên Kurdî hatine girtin û zêdeyî 200 xwendekar ji mafê perwerdeya Kurdî bê par mane.
Peyamêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand ku ev heyama salekê ye dibistanên bi zimanê Kurdî hatine girtin û sedema wê yekê jî ew e ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê hejmarek ji 60 mamosteyên Kurdî nekarîne ji ber rewş heyî vegerin.
Mamosteyekî xwebexş debarê vê mijarê de wiha got: “Paşeroja zarokên Şingalê ne diyar e. Em wekî mamosteyên xwebexş ve du sal in em ji bo perwerdeya zarokan kar dikin, lê kes alîkariya me nakin û ti mamoste bo vê derê nehatine tayînkirin. Em wekî mamosteyên xwebexş ji bo paşaroja zarokan hewl didin.”
Gelek xwendekar ji bo berdewamiya perwerdeya xwe rojane 25 kîlometre derbas dikin û diçin dibistana li Borikê ku li wê dibistanê perwerde bi Kurdî ye.
Ji hezar xwendekarên Kurdî zêdeyî 200 xwendekaran ji mafê perwerdeya Kurdî bê par mane. Xelkê Şingalê daxwazê ji rayedaran dikin ku pirsgirêka wan di zûtirîn dem de çareser bikin.