Tirkiye hewil dide bi rêyên alternatîv enerjiyê dabîn bike

06-11-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Tirkiye yek ji wan welatane ku di warê enerjiyê de girêdayî welatên derdorê ye
Tirkiye yek ji wan welatane ku di warê enerjiyê de girêdayî welatên derdorê ye
Nîşan Tirkiye Enerjî Peydakirin
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Tirkiye yek ji wan welatane ku di warê enerjiyê de girêdayî welatên derdorê ye û salane zêdetirî 10 milyar dolaran ji bo dabînkirina enerjiyê xerç dike.

 

Tirkiye hewil dide bi rêyên alternatîv enerjiya xwe bi çavkaniyên xwecihî û erzantir dabîn bike ku yek ji wan jî enerjiya ba ye. Bi vê armanca kar û xebatên Tirkiyê jî berdewam in.


Di demekê de ku eger heye dorpêçên Amerikayê yên li ser Îranê bandorê li ser kartê enerjiya Tirkiyê jî bikin, Tirkiye dixwaze giringiyeke zêdetir bi enerjiyên alternatîv bi taybetî jî enerjiya ba bide.


Îsal di Heftemîn Konferansa Enerjiya Ba de jî zêdetir behsa teknolojiyên nû û hewlên Tirkiyê yên ji zêdekirina berhema enerjiya ba hate kirin.


Derbarê vê mijarê de  Serokê Konferansa Enejiya Bayê Mustafa Serdar Ataseven ji Rûawê re wiha got: “Li Tirkiyê niha potansiyela me derfetê dide ku em heta 48 hizar megawat elektirîkê bi enerjiya ba berhem bînin lê em tenê sûdê ji sedî 15 ya vê potansiyala xwe distînin. Ji bo enerjiya ba lazim e em zêdetir kar bikin.


Li Tirkiyê di halêhazirde 172 santralên enerjiya ba hene û ji vekirina 29 santralên din jî kar têkirin. Tirkiye ji rêjeya sedî 6 elekrtîka xwe ji wan santrala dabîn dike û armanc ew e ku rêje heta sala 2023ê bibe ji sedî 15.


Şêwirmendê Enerjiyê Alî Şahîn  jî got: “Em xizmeta şêwirmendiyê didin û li ser zemînî jî em hêza ba dipîvin. Niha derdora 6 hizar megawatt elektrîk bi enerjiya ba tê berhemanîn. Lê dibe ku em bikarin vê rêjeyê zêdetir bikin.


Tikriye heman demê dixwaze di mijara enerjiya ba de sûdê ji azmûnên welatên îskandiv jî werbigre ku şêwirmendekî ji Wezareta Enerjiya Danîmarkayê jî di konferansê de amade bû.”


Ji bilî enerjiya ba Tirkiye bi rêya gaza siruştî, panelên rojê û enerjiya avê salane nêzîkî 87.139 kîlowat elektîrikê berhem tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst