Doz li Sirrî Sakik tê vekirin

06-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Derbarê Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirrî Sakik de bi hêceta ku propagandaya PKKê kiriye doznameyeke hatibû amadekirin û ew dozname hat qebûlkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Agirî li ser îxbareke lêkolîn li ser hesabê twîttera Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirrî Sakik kir û derbarê wî de doznameyeke amade kir.

Piştre Dadgeha Tawanên Giran a Agirê ew dozname qebûl kir. Di doznameya Dadgeha Tawanên Giran a Agirê qebûl kirî de, tê îdiakirin ku Sakik propagandaya PKK kiriye û herwiha pesnê wê daye û PKKê weke rêxistineke rewa nîşan dide.

Celseya yekemîn dê 10ê Berfenbarê were pêkanîn.

Ji aliyê din ve Sakik jî derbarê doznameyê de ragihand, ji ber ku wî di hesabê xwe yê twîtterê de gotiye “pêwistiya vê axe bi aştiyê heye” doz dê li wî hatiye vekirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst