Şingal- Zilam li vir kuştin û jin û zarok bi xwe re birin

Şingal (Rûdaw)- Goreke komî li nêzîkî Çiyayê Şingalê hat dîtin ku hestî û cilên 7 kurdên êzîdî tê de ye. Çekdarên DAIŞê ew kuştibûn û keç û jinên bi wan re revandibûn.

Welatiyekî kurdê êzîdî ji Rûdawê re ragihand: “Ew kes bi guleyên DAIŞê hatin kuştin û dema kuştina zilaman, jin û zarokên wan jî ligel wan bûn, lê çekdarên DAIŞê piştî kuştina zilaman, jin û zarokên wan bi xwe re birine.”

Heya niha nêzîkî 16 gorên komî li navçeyên ku Pêşmerge kontrol kirine, hatine dîtin û dibe ku hinekên din jî li deverê hebin.