FARQÎN – 2 xanî rastî êrişa roketan hatin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Farqînê ya Amedê 2 xanî rastî êrişa roketan hat.

Li gor agahiyan, li taxên Tekel, Mecsit û Konakê yên navçeya Farqînê ya Amedê ku 4 rojin qedexeya derketina kolanan lê didome, 2 xaniyên li ser cadeya Eskî Bidlîsê di heyama pevçûnan de rastî êrişa roketan hatin.

Hat gotin di encamê de ti zirarên canî çênebû, lê agir girt xaniyan û piştre welatiyên agir vemirandin.

Kesek birîndar bû

Ji aliyê din ve di emcama pevçûnê de Ridvan Us bi guleyan birîndar bû û ji bo dermanrkirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Hat gotin li wan taxên ceyran nîne û welatî pêwîstiyên xwe yên xwarin û vexwarinê bi zêhemtî peyda dikin.