Kerkûk: Polîsekî xwişka xwe bi 5 guleyan kuşt!

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê jinek di mala xwişka xwe de ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re ragihand ku doh li taxa Îmam Qasima Kerkûkê jinek ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hat kuştin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî da zanîn:

“Kujer şêniyê parêzgeha Hewlêrê ye û ji ber pirsgirêkeke civakî xwişka xwe kuştiye, piştre reviyaye û tîmên me li wî digerin.”

Jina ku hatiye kuştin ji parêzgeha Silêmaniyê bûye, ji hevjînê xwe veqetiyaye, 41 salî bûye û 3 zarokên wê hebûne.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî her wiha anî ziman:

“Kujer polîsê Herêma Kurdistanê ye û ji Hewlêrê ye.

Wî danê êvarê bi 5 guleyan xwişka xwe ya ku li Kerkûkê, li mala xwişkeke xwe ya din bû kuşt.”

Berdevk destnîşan kir ku ew di lêkolîna mijarê de berdewam in û sedema bûyerê “nakokiya malbatî” bûye.