Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir

2 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê Peyam Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta Cejna Cemayê peyamek belav kir û got, “Em dê wekî her gavê piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bimînin.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya Cejna Cemayê bi vî rengî ye:

“Cejna Cemayê ya xwişk û birayên me yên Êzidî yên li Kurdistanê, li Îraqê û li her cihê cihê cîhanê bi germî û pir ji dil pîroz dikim.

Ez ji bo hemûyan hêviya cejneke tena û aram dixwazim.

Hêvîdar im ev cejn û hemû cejn û bîrhatinên wan her gav bi xêr û xweşî vegerin.

Em dîsa welatiyên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em dê wekî her gavê piştevan û parêzvanên maf û daxwazên wan bimînin.

Her wiha Herêma Kurdistanê dê ji bo hemû pêkhateyên olî û neteweyî welatê pêkvejiyanê be.

Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.”

Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî her sal 6ê Çiriya Pêşîn dest pê dike heft rojan berdewam dike.

Cejna Cemayê li Perestgeha Lalişê tê pîrozkirin û pîrozbahiyên li Lalişê di nav gel de bi navê “Cemaya Şêx Hadî” tên naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst