Semsûr - Jina 77 salî 2 roj in winda ye

Hewlê (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jina bi navê Ayşe Fatma Kaya ya 77 salî 2 roj in winda ye û lêgerîn berdewam dike.

Li gorî zanyariyan, jina 77 salî beriya 2 rojan ji malê derketiye û careke din venegeriyaye.

Li ser vê yekê hevjînê wê Mehmet Kaya tîmên ewlehiyê agahdar kirine û tîman dest bi lêgerînê kiriye.

Tîmên lêgerînê li herêmên çiyayî kar û xebatên xwe didomînin.

Hevjînê wê ragihdandiye ku ti nexweşiya wê nebûye lê di demên dawî de car caran jibîrkirina wê hebûye.

Mehmet Kaya her wiha diyar kir ji dema ku hevjîna wî winda bûye ji xwarin nexwariye û beşdarî xebatên lêgerîne bûye.