Xebatên ji bo dîtina Rojînê didomin: Malbat li benda xebera xêrê ye

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Wan Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê berdewam dikin ku ji 27ê Îlonê roja Înê û vir ve xeber jê nayê hildan.

Ji Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji 27ê Îlonê û vir ve xeber nayê sitandin ku ji hewalên xwe re gotibû ku dê here peravê golê û keviran kom bike.

Ji bo dîtina Rojîn Kabaîşa ku li qeraxê golê têlefona wê ya mobîl tevî berguhê hatibû dîtin, ekîb bi drona bi kameraya termal hem li qeraxê û hem jî di golê de lêgerînê dikin.

Ekîbên Parastina Peravan ên Gola Wanê, Ekîbên Keştiyê yên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê li gel ekîbên Amiriya Koma Binê Avê li Gola Wanê ji bo dîtina xwendakara wenda, bi cihaza nîşandana binê avê di golê da lêgerînê didomînin.

Ekîb her wiha bi kesên herî dawî bi Rojînê re axivîne û her wiha şêniyên avahiyên nêzîkî cihê bûyerê re jî axivîn û xebatên xwe didomînin.

Li herêma ku lê lêgerîn tê kirin, malbata Kabaîşê û xizmên wê li benda xebereke xêrê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst