Baroya Dêrsimê serokê xwe yê nû hilbijart: ‘Dêrsim di bin gefeke mezin de ye’

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Dêrsimê 13emîn komcivîna xwe ya giştî saz kir û serokê xwe yê nû hilbijart.

Hejmareke zêde ya parêzeran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Şaredarê Dêrsimê beşdarî komcivînê bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê seroka berê ya Baroya Dêrsimê Fatma Kalsenê ve hat pêşkêşkirin.

Parêzer Fatma Kalsenê da zanîn:

“Baro hêza rêxistinkirî ya parêzeran e. Baro wekî rêxistineke hiqûqî ji bo parastin û bipêşvebirina mafên mirovan erkekî girîng digirin ser milê xwe.

Berdêla parastina mafên mirovan carinan dikare bibe jiyana parêzeran bixwe.

Tahîr Elçî û gelek parêzerên din mînaka wê yekê ne.”

Parêzer û Endamê Komîsyona Hiqûqa Jîngeh û Bajarvaniyê ya Baroyên Tirkiyeyê Bariş Yildirim jî di komcivînê de axivî.

Yildirim bal kişand ser pirsgirêkên jîngehê û parastina Çemê Mûnzurê.

“Mûnzur aveke binirx e”

Endamê Komîsyona Hiqûqa Jîngeh û Bajarvaniyê ya Baroyên Tirkiyeyê Bariş Yildirim jî anî ziman:

“Li cîhanê çavkaniyên ava pak di bin metirsiya nemanê de ne.

Ava Mûnzurê aveke binirx e lê niha avrêja şaredariyan û ya gundan diherike nav çemên Mûnzur û Pilemûrê.

Baroya me divê di wê mijarê de helwesteke pir çalak nîşan bide.

Xwîna bedena me çi qasî bi nirx be, ew çem jî ew qasî bi qîmet in.

Ew ji wê yekê berpirs in ku van avan biparêzin û radestî nifşê siberojê bikin.”

Piştî axaftinan, sindoq hatin danîn û dengdanê dest pê kir.

Parêzer Kenan Çetîn 26 deng û parêzer Dogukan Kudat 29 deng bi dest xistin.

Dogukan Kudat bû Serokê nû yê Baroya Dêrsimê.

Serokê nû yê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat ji Rûdawê re axivî û got:

“Ji bo parastina jîngeha Dêrsimê, parastina mafên jinan, mafên girtiyan, mafên mirovan, maf û azadiyên bingehîn em dê bi hemû hêza xwe bixebitin.”

“Dêrsim niha di bin gefeke mezin de ye”

Serokê nû yê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat her wiha da zanîn:

“Em dê di hemû beşan de nûbûn û guhertinan bikin.

Dê gelek xebatên me hebin. Bi taybetî li Dêrsimê gelek projeyên kanzayan hene.

Ji ber wê Dêrsim niha di bin gefeke mezin de ye.

Lewma wekî baro, wekî rêveberî em dê li dijî wan projeyên kanan ên ku dixwazin li çiyayên Dêrsimê çê bikin rawestin.”

70 endamên Baroya Dêrsimê hene.

Baroyê komcivîna giştî ya beriya vê sala 2022yan saz kiribû.