Mesrûr Barzanî: Em dê piştgiriya mafên xwişk û birayên xwe yên Êzidî bidomînin

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam bike ku piştigiriyê bide maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî got, “Bi helkefta Cejna Cemayê pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî rêzdaran Mîrê Êzidiyan, Babe Şêx, civata Rûhanî û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî kir ku rojên cejnê di xweşî û aramiyê de derbas bibin û pê de çû:

Bi vê helkeftê em vê yekê dubare dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam bike ku piştigiriyê bide maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî.

Cejna Cemayê li we hemûyan pîroz be û her tim di nava xweşiyê de bin.”