Li Colemêrgê birûskê li kerî da: 62 serî pez mirar bûn

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Colêmêrg Rûbarok Pez Birûsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, doh birûskê li keriyê pez da, 62 serî pez mirar bûn.

Li parêzgeha Colemêrgê doh baraneke gur dest pê kiribû.

Li gorî zanyariyan bûyerê li bejahiya gundikê Belutyanê gundê Şepeta Gerdiyê yê navçeya Rûbarokê rû da.

Dema ku şivanê bi navê Nevzat Ekîncî li gundikê Belutyanê pezê xwe diçêrand ji ber barana gur brûskê li pez da.

Di encama birûskê de 32 serî pezê Nevzat Ekîncî, 22 serî pezê Unal Ekîncî û 8 serî pezê Zîkrî Ekîncî mirar bûn.

Herwiha hate zanîn tiştek bi Nevzat Ekîncî nehatiye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst