Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir

06-10-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe xwe got, “Cejna Cemayê ya hemû xwişk û birayên xwe yên Êzidî yên li Îraq, Kurdistan û hemû cîhanê ji dil û can pîroz dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku cejn bi aramî û xweşî derbas bibe û got:

“Em careke din xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em dê wekî her demê piştevanê maf û daxwazên wan bin.

Herwiha dê hewlên me yên ji bo rizgarkirina Êzidiyên ku hatine revandin, her berdewam bikin.

Kurdistan dê ji bo hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî tim wekî welatê bihevrejiyanê bimîne.”

Kurdên Êzidî her sal di navbera 6-13ê Çiriya Pêşîn de Cejna Cemayê pîroz dikin.

Îsal jî cejn li perestgeha pîroz a Êzdiyan, Perestgeha Laleşê tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên li Laleşê di nav gel de bi navê “Cemaya Şêx Hadî” tên naskirin.

Cejna Cemayê ya îsal dê hefteyekê bidome û tê texmînkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên wê cejnê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst