Li Rojavayê Kurdistanê 8 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûbûn: 1 ji wan mir
Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê ku Li navçeya Til Rifetê ya Rojavayê Kurdistanê birîndar bûbû mir.
Şevê din li Til Rifetê baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin û di encamê de 5 leşker û 3 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûn.
Parêzgariya Dîlokê îro ragihand ku polîsê bi navê Huseyîn Şîmşek ê ku di mûşekbaranê de birîndar bûbû miriye.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dîlokê, Şîmşek fermanderekî payebilind bûye.
Artêşa Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrişî devera Tel Rifetê kiribû, herêm topbaran û bombebaran kiribû.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha ti daxuyanî nedaye.