Li Rojavayê Kurdistanê 8 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûbûn: 1 ji wan mir

06-10-2023
Nîşan Til Rifet Polîs Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê ku Li navçeya Til Rifetê ya Rojavayê Kurdistanê birîndar bûbû mir.

Şevê din li Til Rifetê baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê hat mûşekbarankirin û di encamê de 5 leşker û 3 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûn.

Parêzgariya Dîlokê îro ragihand ku polîsê bi navê Huseyîn Şîmşek ê ku di mûşekbaranê de birîndar bûbû  miriye.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dîlokê, Şîmşek fermanderekî payebilind bûye.

Artêşa Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê bi tundî êrişî devera Tel Rifetê kiribû, herêm topbaran û bombebaran kiribû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst