Rêveberiya Elektrîkê ya Hesekê: Ji ber êrişên Tirkiyeyê gelek kes bê kareba man

06-10-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Hesekê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêveberiya Elektrîkê ya Hesekê ragihand ku ji ber êrişên Tirkiyeyê zerereke mezin gihîştiye santralên elektrîkê û trafoyan.

Hevserokê Rêveberiya Elektrîkê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê Selah Xelef Biro bû mêvanê bultena Rûdawê ku ji aliyê Sureya Hesariyê ve hat pêşkêşkirin.

Hevserokê Rêveberiya Elektrîkê ya Hesekê Selah Xelef Biro anî ziman:

“Du santralên ku 12 kîlometreyan li rojhilatê Hesekê ne, hatin bombebarankirin.

Ji ber wê elektrîka du taxên bajêr û gundên derdora santralên elektrîkê qut bû.”

“Ava Hesekê ji mehekê ve baş bûbû”

Selah Xelef Biro diyar kir ku êrişê zerer gihand Bendava Rojavayê û projeya ava Hesekê ku Hesekê niha bê av e û got:

“Ava Hesekê ji mehekê ve baş bûbû û xelk pir kêfxweş bû.”

Selah Xelef Biro diyar kir ku ava navenda Hesekê û derdora wê, heta Amûdê û Dirbêsiyê qut bûye û got:

“Em elektrîkê ji bendavên Firat û Tebqayê distînin. Berê Qamişlo û rojhilatê wê ji stasyona Swêdîkê kareba distand.

Niha Swêdîkê bi temamî ji kar derketiye û tenê elektrîka bendavên Reqa û Tebqayê ji me re tê.”

Selah Xelef Biro ragihand ku di êrişa Tirkiyeyê de ti karmendanên wan canê xwe ji dest nedaye.

Tirkiyeyê ji roja çarşemê ve çend deverên Rojavayê Kurdistanê bi dronan kir armanc ku 5 caran santrala elektrîkê ya Swêdîkê ya bajarê Dêrikê yê rojhilatê Qamişloyê bombebaran kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst