CPT: Tirkiyeyê di 6 rojan de 48 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kir

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Herêma Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku ji destpêka mehê ve Tirkiyeyê 48 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Rêxistina Amerîkî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) li ser bombebaranên Tirkiye yên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Li gorî amarên herî dawî yên Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) herî zêde li Silêmaniyê bombebaran hatiye kirin ku 19 car in, piştre Dihok tê ku 17 caran û parêzgeha Hewlêrê jî 12 caran ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.

Li gorî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) cihên ku hatine bombebarankirin wiha ne:

- 19 caran gundên Binarê Qendîlê yên navçeya Pişder, herêma Şarbajêr û Çiyayê Asosê yên parêzgeha Silêmaniyê hatin bombebarankirin.

- Heftanîn û gundên nahiyeya Derkarê ya navçeya Zaxoyê ya Dihokê 3 caran, herêmên Zap, Avaşîn, Gare û Metînê yên navçeya Amediyê jî 14 caran hatin bombebarankirin.

- Gundên herêma Biradostê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê 12 caran hatin bombebarankirin.

Berpirsê Beşa Mafên Mirovan a CPTyê ya Herêma Kurdistanê Kameran Osman ji Rûdawê re ragihand:

“Li gorî amar û zanyariyên li ber destê me, di encama bombebaranên ku hatine kirin de ti sivîlan canê xwe ji dest nedaye.”

Piştî êrişa PKKyê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya Enqereyê bombebaranên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Piştî êrişê HPGyê berpirsyarî girt ser xwe û nasnameya gerîlayan eşkere kir û diyar kir ku ew endamên Tabûra Nemiran in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst