DÎLOK - Frenên barhilgirekê teqiyan: Gelek mirî û birîndar hene

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê di qezayeke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 5 jê giran 17 jî kes birîndar bûn.

Li taxa Sakçagozuyê ya navçeya Nurdaxê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li ser rêya sereke ya D-400 a Dîlok-Nurdaxê qezayek çêbû.

Li gorî zanyariyan barhilgirek li 2 mînîbûs û otomobîleke ku li ber çirayên trafîkê rawestiyabûn qelibî.

Di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 17 kes jî  birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku rewşa 5 birîndaran giran e.

Parêzgarê Dîlokê Kemal Çeber jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:

“Li taxa Sakçagozuyê ya navçeya me ya Nurdaxê, li ser rêya D-400 frenên barhilgirekê teqiyan û li 3 otomobîlên ku li ber çirayên trafîkê rawestiyabûn qelibî.

Mixabin di encama bûyerê de 5 welatiyên me canê xwe ji dest da. 17 welatiyên me jî birîndar bûn. Rê li trafîkê hatiye girtin û tîmên me li cihê bûyerê tedbîrên pêwîst wergirtine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst