Li Dêrsimê komeleyek di karesatan de bixwebexşî digihîjin hawara mirovan

06-10-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê li parêzgeha Dêrsimê bixwebexşî digihîjin hawara mirovan.

Li çiya û newalên navçeya Melkişiyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê endamên komeleyê perwerdeyeke cûda dibînin daku di karesatan de bi hawara mirovan ve biçin.

“Em bi dil û can amade ne”

Rahêner Ozgur Aydogdu got:

“Di karesatan de wek tîmeke piştevaniyê salên dirêj in em dixebitin.

Çi li bajar çi jî li navçeyên me û bajarên nêzîkî me dema pêdivî bi me bû em amade ne tevî personelên xwe bi dil û can beşdarî karûbarên lêgerîn û rizgarkirinê bibin.”

Hemû endamên vê komaleyê xwebexş in.

Ew di jiyana rojane de pizîşk, perestar, parêzer û xwedî pîşeyên cûda ne.

Tişta ku ew di bin banê vê komeleyê de anîne ba hev di rewşên zehmet de xwegihandina mirovan û  dilsozî ye.

Karmend û endama komeleyê Suna Tosunê jî anî ziman:

“Ev 4 sal in ez hewl didim ku di her çalakiyeke komeleyê de cih bigirim. Em perwerdeyên gelek bi sûd dibînin.

Em li Çemîşgezekê ne. Me perwerdeyên wek hilkişîn û daketina ji çiya û hilgirtina birîndaran dîtin.

Ev zanyarî di her warê jiyanê de ji bo me pêwîst in. Bi taybetî perwerdeyên alîkariya destpêkê gelek bi sûd in.”

Xwebexş di vê perwerdeyê de ji hilgirtina birîndaran heta derxistina wan ji bin kavilan her karî tecrûbe dikin.

Ji bo ku piştî erdhejan alîkariya qurbaniyan bikin fêrî vedana çadiran û avakirina kampan jî dibin.

“Em di asteke gelekî baş de ne”

Endamê Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê Îhsan Bayir jî anî ziman:

“Em beşdarî gelek karesatan bûn. Bi taybetî di karesata erdhejê de em bi endamên xwe re beşdar bûn.

Hem tecrûbeyên me yên li wê derê û hem jî ligel dersên ku me di perwerdeyê de dîtine bi rastî jî em di asteke gelekî baş de ne.”

Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê sala 2019an hatiye avakirin û hejmara endamên wê 125 kes in.

Heta niha li hawara qurbaniyên 130 bûyerên cûda yên weke erdhej, vemirandina agir û bûyerên trafîkê çûne.

Di erdhejên 6ê Sibatê de jî li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 68 kes ji bin kavilan rizgar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst