Amarên dawî yên bombebaranên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sirûda Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bombebaranên Tirkiyeyê yên li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Dronên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê di nava 24 demjimêran de 29 cih bombebaran kirin.

Di nav wan cihan de gelek stasyonên kehrebayê, bîrên petrolê, depoyên avê, kargeh û gelek benzînxane hene.

Li gorî nûçeya ANHAyê ya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama êrişên Tirkiyeyê de ji bilî zererên madî, heta niha 12 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyeyê ji doh ve gund û derdora Hesekê, Dêrik, Qamişlo, Cizîr û Amûdê bombebaran dike ku navendên enerjî û binesaziyê jî dike armanc.

Hat ragihandin ku li gundê Mişerfa Hîmê yê li bakurê rojavayê Hesekê kargehek hat armanckirin. Stasyona avê ya Hîmê ya gelek caran hat bombekirin.

Bombebaran berdewam in

Li gundê Rikubayê yê başûrê navçeya Til Temirê stasyona avê hate bombebarankirin.

Herwiha stasyona elektrîkê ya Bendava Xerbî ya ku kehrebeyê dide Hesekê û gelek gundên girêdayî wê jî bû armanc.

Derdora Bendava Çilaxayê ya Qamişloyê jî bû armanc û zereke madî ya mezin rû da.

Li navçeya Tirbespiyê 4 stasyonên petrolê hatin armanckirin.

Li gundê El Qewsê ya navçeya Çilaxayê benzînxaneyek hat bombebarankirin.

Herwiha dîsa li Qamişloyê 2 santralên kehrebayê hatin bombebarankirin. Santrala elektrîkê ya navçeya Amûdê jî hat bombekirin.

Benzînxaneya Ewdayê û 2 stasyonên petrolê yên li navçeya Tirbespiyê jî bûn armanc.

Herwiha li Dêrikê 2 santralên kehrebayê jî ji aliyê dronan ve hat bombebarankirin.

Hat diyarkirin ku gelek cihên li Kobanî, Efrîn, Şehba û Minbicê jî bûne armanca bombebaranan.

Piştî êrişa bombeyî ya PKKyê ya 1ê Cotmehê ya li Enqereyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku êrişkar ji Rojavayê Kurdistanê hatine.

Hakan Fîdan herwiha diyar kir ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê tesîsên hilberîna enerjiyê û binesaziyê bikin armanc.

HSDyê daxuyaniyên ku kiryarên êrişê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bûne red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst