Hewlêr (Rûdaw) - 62 sal di ser wefata Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ango Seîdê Kurdî re derbas bû lê hîn jî nayê zanîn ku cîhê gora wî li ku derê ye. Xelk jî saziyên civaka sivîl jî dixwazin ku cîhê qebra wî eşkere bibe. Baroya Rihayê jî ji bo eşkerekirina cîhê gora Seîdê Kurdî li Rihayê çend sal berê doz vekiribûn lê doz bê encam mabû. Ji ber ku rêyên dadî yên nav Tirkiyê jî bi dawî bûne baroyê niha doza cîhê gora Seîdê Kurdî birine Dadgeha Mafê Mirovan.
Seîdê Kurdî di 23ê adara 1960an de li Rihayê li Otela Îpek Palas wefat kiribû û cenazeyê wî li kêleka Gola Masiyan di hundirê mizgefta Dergah de hatibû binaxkirin lê piştî kudetaya leşkerî ya 27ê Gulana 1960an ji bo veguhestina gora wî biryar tê girtin û 45 roj piştî derbeyê şevek leşker di operasyonek veşartî de cenazê wî derdixin dibin cîhekî ne diyar. Ji wê rojê heta niha 62 sal derbas bûn tevî hemû daxwaz û serlêdanên fermî jî cîhê qebra wî ji aliyê dewletê ve nehat eşkerekirin.
Tevî ku cîhê qebrê zanayê olî Seîdê Nûrsî ango Seîdê Kurdî 62 sal in ne diyar e jî li Rihayê rojane bi sedan kes li mizgefta dergah a li ber Gola Masiyan tên serdana yekem qebra ku ew lê hatiye binaxkirin û jê re duayan dikin.
Ajeldar Fesîh Beyazit anî ziman, “Bedîzuzzeman ewlîyayekî zehf mezin e. Xwezî me zaniba ku gora wî li kê derê ye lê em nizanin.”
Aşpêj Nazmî Çetîntaş got, “Xelkê me dixwazin ku gora wî bînin vir. Xelk bi kêfxweşî dixwazin ku bînin vir.”
Fêkîfiroş Mihemed Korkmaz anî ziman, “Heke ji miriyan netirsiyana venedişartin. Em dixwazin ku miriyên me nîşanî me kin ev heqê me ye ha.”
Li ser cîhê gora Seîdê Kurdî îdîayên cûda cûda hene, li gor hinek kesan cenazeyê wî birine Ispartayê, li gor hinek kesan jî cenazeyê Seîdê kurdî ji Rihayê nehatiye derxistin. Nivîskar Ebdûkqadir Îkbal jî dibêje cenazeyê Seîdê Kurdî her heman şevê li qebristana şehîdan a Rihayê hatiye binaxkirin û ji bo kes nizanibe jî gora Sêîdê Kurdî ye wî gorê wek gora eskerekî şehîd nîşan dan.
Nivîskar Ebdûlqadir Îkbal got, “Li mizgefta dergahê gorê hilweşandin. Wê çaxê dibêjin em ê cenazeyekî eskerekî rakin. Paşê tînin li vir defin dikin. Heke eskerek wefat kiribe bavê wî tune bû, malbata wî tune bû, dîya wî tune bû. Ne minkûn e. Seîdê kurdî ji Rihayê neçû ye.”
Baroya rihayê jî ji bo bi dawîbûna gotegotên di derbarê cîhê gora Seîdê Kurdî de û ji bo eşkeribûna cîhê qebra wî piştî ku ji dadgehên tirkiyê encamek bidest nexistine serî li dadgeha mafê mirovan a evrûpa dane.
Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol li ser dozê got, “Tabî proseya Dadgeha mafê mirovan ji berk u ji tirkiyê serlêdan zêde ne hinek dirêj dewam dikin.Ya din jî dibe k udi derbarê qebûlkirina serlêdana me de guftugohek were kirin.Heke dadgeha mafê mirovan a evrûpa vê mijarê ji mijarên din ê ku ji tirkiyê çûne wî dadgehê cûda binirxînin egere ku serlêdana me qebûl bikin.”
Parêzerê Doza Gora Seîdê Kurdî Nûrûllah Kuçukoglû anî ziman, “Ne tenê gora Seîdê Kurdî,her wah gora Şêx Seîd jî winda kirine,gora Seyîd riza jî winda kirine.Em hem banga hukumetê dikin,hem jî banga CHP dikin.Yekî soz dan me,yê din jî qala hevhelalkirinê dikin.Va 62 salin ev zilma dewam dike.Bira hestîyên wî bibinin bînin îadeyî qebra wî bikin ku ev zilma jî bi dawî bibe.”
Li aliyê din gotegoteke berbelav a di nav xelkê de jî ew e ku tê gotin Seîdê Kurdî wesîyet kiriye û gotiye bila cîhê gora min bi tu awayî neyê zanîn lê ev gotegot ne piştrast kiriye û kesayetên nêzîkî Seîdê Kurdî ev gotin her derewandine. Niha pirsa sereke ew e gora Seîdê Kurdî li ku derê ye, kî cîhê wî dizane û çima nayê eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse