Rêvebirê nahyeya Qesrê: Droneke Tirkiyê devera Balekayetî bombebaran kir

06-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke Tirkiyê îro Çiyayê Kunekotir li Geliyê Baleyî li sînorê qezaya Çomanê bombebaran kir.

Rêvebirê nahyeya Qesrê ya ser bi qezaya Çoman ve li parêzgeha Hewlêrê, Şaxewan Wertî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “Îro demjimêr 12:00 firokeyeke bê firokevan (dron) a Tirkiyê du caran li pey hev Çiyayê Kunekotir li Geliyê Baleyî bombebaran kir.”

Şaxewan Wertî diyar kir, di encama bombebaranê de ti zirarên canî û maddî çê nebûne, ji ber ku di wê dema salê de ew devera çiyayê vala ye û kes lê tune ye.

Ew yek di demekê de ku her îro droneke Tirkiyê sînorê qezaya Pêncwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kir.

Rêvebirê nahyeya Nalparêz a ser bi qezaya Pêncwênê derbarê bombebaranê de ji Rûdawê re ragihand, droneke Tirkiyê gundê Badane kire armanc lê belê ti zirarên canî çê nebûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst