Amerîkayê bi balafiran li başûrê Qamişlo hêz danî û şer derket

06-10-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojava Qamişlo Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor hin zanyariyan, Amerîkayê li Qamişlo di operasyoneke esmanî de hêz veguhastiye gundewarên başûrê Qamişloyê û

Ajansa AFP ji zarê televîzyona fermî ya hikûmeta Sûriyê ve ragihandiye, ku Amerîkayê li başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi balafiran hêz daniye û di navbera wan û leşkerên artêşa Sûriyê de şer derketiye.

Li gor nûçeyê, di encama pevçûnan de kuştî hene, lê hûrgilî nehatine zanîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî amaje bi veguhastina hêzan ji aliyê Amerîkayê ve li gundewarê Qamişlo kiriye û ragihandiye, di navbera hêzên Amerîkî û Sûrî de şer derketiye.

Li gor zanyariyan, pevçûn li gundekî çê bûye ku di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de bûye û Amerîkayê bi helîkopteran hêz li wî gundî daniye.

Televîzyona fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandiye, di pevçûnê de kesek hatiye kuştin û hejmarek kesên ser bi malbata wî kesî û hin kesên ser bi malbatên din ve jî ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine girtin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst