Hêzên Amerîkayê li gundekî Qamişlo berpirsekî DAIŞê kuştin

07-10-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Qamişlo DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke taybet ya Hêzên Amerîkî de, duh bi şev, li gundewarê başûrê Qamişlo ku di bin kontrola hikêmeta Sûriyê de ye, berpirsekî DAIŞê hate kuştin.

Di wê operasyonê de hejmarek helîkopterên Amerîkî beşdar bûn.

Operasyon li gundê (Milûk Seray), çêbû, berpirsê Daişê yê ku hatiye kuştin navê wî (Ebû Hayil) bû.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Amerîkî di derbarê wê operasyonê tu zanyarî nedan.

Gundê ku operasyona hêzên Amerîkî lê hate kirin, 17 kîlometreyan dûrî Qamişlo ye.

Piştî operasyonê, medyaya fermî ya Sûriyê ragihandibû ku hêzên Amerîkayê şeva Çarşemê li başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bi helîkopteran kirine û operasyon li gundê Malûk Serayê ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, hatiye kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst