Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê: Çekdaran dest danîne ser bi milyonan darên zeytûnan

07-10-2022
Hisên Omer
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê: Çekdaran dest danîne ser bi milyonan darên zeytûnan
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê: Çekdaran dest danîne ser bi milyonan darên zeytûnan
Nîşan PDK Efrîn Darên Zeytûnan Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê nahêlin cotkarên Kurd zeytûnên xwe berhev bikin. Li aliyekî din baceke giran bi zorê li ser cotyaran ferz dikin. Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo ku bi xwe jî xelkê herêma Efrînê ye, ji Rûdawê re got, çekdaran dest danîne ser bi milyonan darên zeytûnan.

Endamê Polîtbîroya el-Partî Ebdulrehman Hebeş jî ji Rûdawê eşkere kir ku tiştê ku rasterast ji berhemên cotkaran nayê dizîn bi baca zorane tê talankirin.

Ev dîmen ji nav zeviyên zeytûnên herêma Efrînê nû hatine kişandin û taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Dar bergirtî ne lê cotyar ji dizî û talankirina berhêman bi tirs in. Cotkarekî ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got çekdarên opozisyona Sûriyê û kesûkarên wan ên hawirde li pêş çavên me zeytûnên me dadiweşînin û berhemên wan talan dikin bêyî ku em karibin rêgiriyê li wan bikin.

Tişta rasterast neyê dizî û talankirin, bi baca zorane û biryarên grûpên çekdar tê talankirin.

Ebdulrehman Hebeş, endamê polîtbîroya el-Partî, ku xelkê Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa baca zorane kir.

Endamê Polîtbîroya el-Partî Ebdulrehman Hebeş got, “Ji bo kesên ku ne li cih û warên xwe ne, grûpên çete ferman derxistin, her kesê ne li Efrînê divê li serê darê zeytûnê 5 dolaran bide û kesên li ser erd û zeviyên xwe ne jî divê ji %5ê zeytûnan bide bide berpirsê çeteyan.”

Li nav guvaştewkên zeytûnan jî, çekdar rêjeyeke bilind ji berhemê dibin.

Endamê polîtbîroya el-Partî Ebdulrehman Hebeş anî ziman, “Divê ji zeytûnên ku têne hûrkirin jî teqrîben %10 bidine wan. Ji %3 ê berpirsê grûpên çeteyan e, ji %7 jî yên çeteyan e. Ev talan û dizî, bêhtir li devera Şiyê dibe û li her deveran li her gundî jî ew nisbe ne wek hev in.”

Ji bilî baca zorane, berhemên cotyarên Efrînê rasterast tên talankirin. Ebdulrehman Apo, endamê komîteya navendî ya PDKS ku bi xwe jî xelkê herêma Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, çekdaran wekalet betal kirine û dest danîne ser zeviyên cotyaran.

Endamê komîteya navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo jî li ser mijarê got, “Tevî van tiştan hîn diziyê dikin. Bi biryara çeteyan divê di 15ê vê mehê de were çinandin lê wan ji niha ve bi hovane dest bi çinandinê kirine. Di ber geliyan re, erdê sayî, zeytûn gelek tên hilweşandin û çinandin bi dizî. Êvarê diçin bi çirayê hildiweşînin û kes jî newêre ji malên xwe derkeve.”

Grûpên çekdar biryar dane ku berî 15ê mehê rê neyê dayin cotyar zeytûnên xwe berhev bikin, lê ew bê rawestan zeviyan talan dikin.

Endamê komîteya navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo anî ziman, “Di vê wextê de, berê birayekî wekalet dida birayê xwe, dida bavê xwe lê niha wekalet nabin. Heft navçeyên Efrînê hene, berê li her navçeyekê derdora 250-300 dar dibirin, yanî çeteyan dest dadanîne ser, niha dema ku wekalet rabûn, li her navçeyekê bêhtirî 500 hezar dar di nav lepên çeteyan de ne.”

Li herêma Efrînê, nêzî 20 milyon darzeytûn hene. Li gor Ebdulrehman Apo, li her heft nançeyên Efrînê, grûpên çekdar dest danîne ser bêhtirî 3 milyon û 500 hezar darzeytûn. Wate  grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dest danîne li ser 17.5% ji darzeytûnên cotyarên herêma Efrînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst