Hewlêr (Rûdaw) - Pirsgirêka nebûna danpêdanê bi bawernameyên zanîngehên Rêveberiya Xweser pirsgirêka hevbeş a hemû xwendekarên wan zanîngehan e.
Serokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîlah el-Mistefa ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wan heta niha hejmarek bîrnameyên hevtêgihîştinê bi çend zanîngehan re îmze kirine.
Ji bo bihêzkirina asta xwendinê li zanîngehê, hin pispor û şarezayên Kurd ji derveyî welêt hatine zanîngehên Rojavayê Kurdistanê.
Zanîngeha Rojava beşek ji mamoste û xwendekarên Zanîngeha Efrînê ku piştî dagîrkirina wê herêma Rojavayê Kurdistanê hatibû ji nav birin, li xwe girtine.
Ev nifşekî nû yê xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ne, berê xwe didin Zanîngeha Kobanî da ku ji bo sala nû ya xwendinê navê xwe tomar bikin û dest bi xwendinê bikin.
Li pêş van xwendekaran, wek bijarde 3 kolej û 5 peymangeh hene.
Li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo jî, bijarde li pêş xwendekaran bêhtir in. Li vê zanîngehê 8 kolej û 4 peymangeh hene lê pirsgirêka nebûna danpêdanê bi bawernameyan ji aliyê Hikûmeta Sûriyê û her welatekî din pirsgirêka hevbeş a hemû xwendekaran e.
Serokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîlah el-Mistefa, ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wan heta niha bîrnameyên hevtêgihîştinê bi 4 zanîngehan re îmze kirine.
Serokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîlah el-Mistefa anî ziman, “Me hin peyman bi gelek zanîngehên navdewletî re îmze kirine. Washington State, Parma, hin ji wan zanîngehan e. Li Almanyayê hene, li Başûrê Kurdistanê Zanîngeha Lubnanî Fransî jî heye û di nav sozan de ne ku hinek hevdîtinan bikin ji bo ku ev mesele were şîrovekirin û bikaribin wê mecalê cem wan jî bibînin.”
Ji bo bihêzkirina asta xwendinê li zanîngehê, hin pispor û şarezayên Kurd ji derveyî welêt hatine zanîngehên Rojavayê Kurdistanê. Dr. Sêvê Îzolî, pispora di warê yasayî de, ku ji Fransa çûye zanîngeha Rojava, ji Rûdawê re behsa ezmûna xwe kir ku ji.
Mamosteya Zanîngehê Dr. Sêvî Îzolî got, “Bi sedan xwendevanên keç û xort ên ku ketine nav têkoşînê, birîndar bûn, malbatên wan wêran bûn, talan bûn û hatine kuştin, nikarin biçin Şamê perwerde bibin û ew derfetên aborî jî nînin, hin caran derfetên siyasî jî nînin. Neçar in li Rojava bimînin. Min xwest bi qasî derfetên xwe alîkarê wan bim. Lewma min pêşniyar li Zanîngeha Rojava kiriye ku ez werim û di warê qanûnî de dersan bidim ji ber ku nû vebûye. Mijara ku ez tê de dixebitim jî mafên mirovan e.”
Zanîngeha Rojava beşek ji mamoste û xwendekarên Zanîngeha Efrînê, ku piştî dagîrkirina w herêma Rojavayê Kurdistanê hatibû jinavbirin, li xwe girtine. Mamosteya beşê Jinolojî, Rindê Mistefa ji Rûdawê re behsa vê mêvandariyê kir.
Mamosteya Zanîngehê Dr. Rinde Mistefa anî ziman, “Ji bo xwendekarên me yên Efrînê, beşeke wan hatine Zanîngeha Rojava, navên xwe li wir tomar kirin, xwendina xwe berdewam kirin. Zanîngeha Rojava ji bo wan jî gelek derfet vekirin, xewgeh ji wan re peyde kirin, alîkariya madî jî mehane didine xwendekaran. Ji bo xwendekarên mayî peymangeh hatine vekirin, li herêma Şehba gelek peymangeh hatine vekirin ji bo ku derfet ji xwendekaran re hebe ku xwendina xwe berdewam bikin.”
Li gor zanyariyên ku serokê zanîngeha Rojava dane Tora Medyayî ya Rûdawê, heta niha bêhtirî 700 xwendekarî ji zanîngehê derçûne. Beşekî mezin ji wan li bazarên kar li Rojavyê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê kar dikin. Lê derçûyên zanîngehên Rêveberiya Xweser nikarin ne li herêmên din ên Sûriyê û ne jî li ti welatê din bi bawernameyên xwe kar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse