Firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê baregeheke YBŞê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daxuyaniya Dije Terorê Kurdistanê, îro Pêncşemê firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê baregeheke YBŞê bombebaran kirin.

Dije Terorê Kurdistanê ragihand, 6ê Cotmeha 2022an di demjimêr 21:30an de, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li Çiyayê Şingalê kirine armanc û di encamê de kuştî birîndar hene.

Li aliyê din Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand ku bombebaran di demjimêr 21:00an de pêk hatiye. Tirkiyê baregeheke PKKê ya li nêzîkî Gora Çil Mêran a li Çiyayê Şingalê bombebaran kir.

Parlamenterê Iraqê yê Şingalê Mehma Xelîl jî ji Rûdawê re ev nûçe piştrast kir û got, kuştî û birîndar hene lê heta niha ziyanên canî nehatine zanîn.