Nêçîrvan Barzanî: PDKê Silêmanî jibîr nekiriye û bi hev re serdikevin

06-10-2021
RÛDAW
Nîşan PDK Silêmanî Nêçîrvan Barzanî Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya li bangeşeya ya li Silêmaniyê de got ku  “PDKê Silêmaniyê ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin.”

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya li bangeşeya PDKê ya li Silêmaniyê de destpêkê behsa bajarê Silêmaniyê kir û got ku wan Silêmaniyê ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin.

Nêçîrvan Barzanî got, ew gelek ji bajarê Silêmaniyê hez dike, ji ber ku dayîka wî xelka Silêmaniyê ye û bapîrê wî û xizmên wî xelkê wî bajarî ne.

Barzanî ji kesên ku beşdarî bangeşeya PDKê bibûn re got: “Rast e ku hûn xelkê Silêmaniyê ne, lê mafê min jî heye ku bibêjim nîviya min ji Silêmaniyê ye.”

Di gotara xwe de Barzanî tekez kir ku beriya Raperînê jî, piştî Raperînê jî ti caran PDKê zilm û sepandin qebûl nekiriye, lê ji bo Kurdistanekî bihêz, amade ye ku ji pişka xwe bide hevpeymanên xwe.

Nêçîrvan Barzanî got jî, niha aliyên Iraqî di dema bangeşeyên xwe de êdî êrîşî Herêma Kurdistanê nakin da ku dengên zêdetir bidest bixin û wiha pê de çû: “Ji ber ku êdî xelkê Iraqê dizane ku lewaziya hikûmet û hîzban ti peywendiya xwe bi serkeftîbûna Herêma Kurdistanê ve nîne.”

Barzanî di gotara xwe de diyar kirku hinek alî êrîşî PDKê dikin, lê ev rêyekî rast nîne û got: “Êdî xelkê Kurdistanê ji wê yekê baş famkiriye ku ka PDK ji bo xelkê çawa bûye û rola wê di parastina Kurdistanê de çawa bûye. Mirov keviran davêje yên li bilindahiyê, ne ku yên ketine xwarê.”

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî got jî, ew îro çûne Silêmaniyê da ku ji xelkê Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê re bibêjin ku piştevaniya PDKê bikin, ji ber ku PDK partiya avadanî û parastina Kurdistanê ye.

Di beşeke din a gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku PDKê Silêmaniyê ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin û got: “Partî di dema aştiyê de pêşve diçe û bihêz dibe, lewra bihêzbûna Partiyê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Êdî divê serdema kînê û rikê bê derbaskirin, ji ber ku êdî xelkê navçeyê jî dizane ku ka çi çêdibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst